Ji bo kampanyaya "Mescîdî Eqsa Parçe Nabe" Piştgiriyeke mezin

Kampanyaya "Mescîdî Eqsa Parçe Nabe" ya ku li Mescîda Eqsayê li dijî planên qirêj ên siyonîstên îşxalker, dabeşkirina Mescîda Eqsayê û êrîşên îşxalkeran banga nobedê tê kirin, piştgirîyeke mezin dibîne.

Ekleme: 11.06.2023 10:20:31 / Güncelleme: 11.06.2023 10:20:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wekîlê Partiya Likud Amît Helewî ku di meclîsa rejîma îşxalker a siyonîst de cih digire, ji bo parvekirina Mescidî Eqsayê di navbera Misilman û Cihûyan de planek amade kir û li gorî planê, herêmên navend û bakurê Mescîdî Eqsayê bi taybetî jî Qubeya Zinar ji niştecihên cihû yên îşxalker re bê hiştin û tê pêşbînîkirin ku misilman li Mescidî Qiblayê nimêja xwe bidomînin.

Li hember vê rewşê çalakger û alîgirên xwe li ser torên civakî bang li şêniyên Qudsê û Şerîeya Rojava kirin ku Mescidî Eqsayê bi tenê nehêlin, li hember êrîşan bisekinin û li Mescidî Eqsayê bimînin û nobedê bigirin.

Di vê kampanyayê de ji Filistîniyên ku li herêmên îşxalkirî yên sala 1948an dijîn hat xwestin ku erka xwe ya parastina Mescîdî Eqsayê pêk bînin û ji ciwanên Filistînî jî hat xwestin ku rê nedin siyonîstên îşxalker da ku Mescîdî Eqsayê qirêj bikin.

Ji aliyê din ve tevahiya ummeta Îslamê û gelên azadîxwaz ên cîhanê ji bo piştgiriya Mescîda Eqsayê ya ku rastî êrîşa îşxalkerên cihû hat, hatin dawetkirin. (ÎLKHA)