Di teqîna Febrîqeya Teqemenî û Roket a MKEyê de 5 karker rehmet kirin

Wezareta Parastin a Netewe, diyar kir ku di teqîna Febrîqeya Teqemenî û Roket a MKEyê de 5 karker canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 10.06.2023 12:05:28 / Güncelleme: 10.06.2023 12:05:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref wezaretê ve hat belavkirin de, hat destnîşankirin ku di teqîna ku li Febrîqeya Teqemenî û Roket a MKEyê li navçeya Elmadaga Enqereyê pêk hat de 5 karkerên me canê xwe ji dest dan.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku derheqê bûyerê de tehqîqata edlî û îdarî hatîye destpêkirin. (ÎLKHA)