Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî weha ragihand, “Ez hêvîdar im fraksiyonên Kurdistanî statuya Herêmê û mafên wê yên destûrî û heqên wê yên darayî biparêzin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê projeyasaya budceyê de peyamek belav kir û di peyama xwe de weha diyar kir, “Ez hêvîdar im fraksiyonên Kurdistanî bi hestê berpirsyariya niştimaniyê ve serederiyê ligel projeyasaya budceyê bikin û statuya Herêmê û mafên wê yên destûrî û heqên wê yên darayî biparêzin û li dijî her hewleke lawazkirina pêgeha Herêmê rawestin.” (ÎLKHA)