Li heşt bajarên Îranê lehî rabû

Li heşt bajarên Îranê lehî rabû û nêzê 60 mirî û birîndar hatin tespîtkirin.

Ekleme: 09.06.2023 14:15:30 / Güncelleme: 09.06.2023 14:15:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Rêxistina Hawarçûnê ya Îranê Cehfer Mîadfer ragihand, ji ber lehiyê li heşt bajaran, 6 kesan canê xwe ji dest dan û herî kêm 53 kesên din jî birîndar bûn û çend kes jî winda ne.

Cehfer Mîadfer diyar kiriye, piraniya qurbaniyan li bajarê Esfehanê bûne, ku çar kesan canê xwe ji dest dane û 9 kes jî birîndar bûne. Herwiha her yek li bajarên Azerbaycan û Erakîş kesekî canê xwe ji dest da. (ÎLKHA)