Bendava ku di bin kontrola Rusyayê da ye bû hedef

Rusya, daxuyand ku Bendava Nova Kahovka yê ku li herêma Xersona ku di bin kontrola wê de ye hatîye hedefgirtin. Hêzên Çekdar yê Ukraynayê diyar kir ku bendav ji teref Rusyayê ve hatîye hedefgirtin.

Ekleme: 06.06.2023 13:45:35 / Güncelleme: 06.06.2023 13:45:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Agahîyên ku ji rayedarên Rusyayê ve hatine bidestxistin, gewdeyê bendavê bi guleyên topê zerareke mezin dîtîye, di Santrala Nukler a Zaporîjyayê de jî hêj rîskekî çênebûye.

Ji ber ku sevîyeya bendavê ew ê kêm bibe xanîyên derdorê bendavê hatin tehlîyekirin.

Ji teref Hêzên Çekdar yê Ukraynayê ve hat diyarkirin ku êrîş ji teref hêzên Rusyayê ve hatîye kirin û ji sedî 80 cîhê şênîyan ji ber xerabûna bendavê tesîrdar bibin.

Xeyn ji van agahîyan hat hînbûn ku Volodimir Zelenskiyê Serokê Dewlet yê Ukraynayê ji ber teqîna bendavê qerara civîna lezgîn girt. (ÎLKHA)