Alîkarê Serokwezîrê Efxenistanê Henefî: Li Çar alîyê welêt ew ê dibistan û navendên tenduristîyê bên sazkirin

Abdusselam Henefîyê Alîkarê Serokwezîrê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê yê ku li wîlayeta Samanganê lêkolînan kir, got ku ji bona ku li çar alîyê welêt dibistan û navendên tenduristî ên hewce bên lêkirin ew ê tedbîran bigrin.

Ekleme: 05.06.2023 09:15:30 / Güncelleme: 05.06.2023 09:15:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mewlewî Abdusselam Henefîyê Alîkarê Serokwezîrê Mesulê ji Karên Îdarî, bi alimên herêmê yên li wîlayeta Samanganê re hat cem hev.

Henefîyê ku bi alim û rayedarên herêmê re civînek lidarxist, pirsgirêkên wîlayeta Samanganê gohdar kir.

Henefîyê ku di hevdîtina bi aliman re kir de û pisrgirêkên derheqê tenduristî û perwerdehîyê de gohdar kir, destnîşankir ku ew ê ji bona ku herêmên di dewra bireveberîya berê de ji xizmetê mirûz mane re hewcedarîya ku heye bi cîh bînin.

Henefîyê ku got hikumeta navendî ji bona ku navendên tenduristî û dibistanan bên sazkirin ji bo bakurê welêt ew ê tedbîran bigre, ew ê di ev meseleyê de ji tu xebatê jî paşve nemînin.

Alimên Samanganê yên ku ji çêkirina ewlehîyê ji teref rayedarên Emîrtîya Îslamê ve li giştîyê welêt û pêşgirtina bêrêtîyên îdarî dilxweşîyên xwe anîtin ser ziman, derheqê pirsgirêkên xelkê yên ku di dema bireveberîya berê de ku muhîmtîyê nedidan medreseyan û ji ber vê yekê zehmetîyên dihatin kişandin de jî axivîn. (ÎLKHA)