Li emrîqayê balafira ku ketibû nav herêma qedexe ket xwarê

Hat destnîşankirin ku li Washington DC ya paytexta Emrîqayê dengê teqînê hat bihîstandin û sedema ew dengê jî ji ber balafireke biçûk a ji tîpa Cessna Citation di herêma qedexe de firîyaye û di dema firînê de jî teqîna sonîk pêk hatîye û li çîya ketîye xwarê.

Ekleme: 05.06.2023 08:40:31 / Güncelleme: 05.06.2023 08:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat daxuyandin ku sedema dengê ku li bajarê Washington DC hatîye bihîstandin ji ber balafireke biçûk bûye ku ew balafir di herêma qedexe de firîyaye û bûye sedema teqîna sonîk.

Rayedarên Emrîqayê îfade kirin ku balafira biçûk li Vîrgînîayê ketîye nav erdan, hat destnîşankirin ku balafirên herbê ji bona qezayê nebûne sedem.

Di encama qezayê de derheqê mirî an jî birîndaran de hêj tu agahîyek nehat dayîn. (ÎLKHA)