Sîyonîstên îşxalker ciwanekî Filistînî birîndar kir

Sîyonîstên îşxalker li Kalkîlya ya ku li alîyê bakurê Şerîaya Rojava dikeve ciwanekî Filistînî birîndar kir.

Ekleme: 04.06.2023 16:45:04 / Güncelleme: 04.06.2023 16:45:04 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sîyonîstên îşxalker yên ku li ser axên Şerîaya Rojava roj bi roj jîyanê ji Filistînîyan re teng dike û zehmetîyan zêde dike îro jî ciwanekî Filistînê bi çekan birîndar kir.

Ciwanekî Filistînî yê ku li nêzê dîwara îlhak a ku li ser Walîtîya Kalkîlyayê hatîye lêkirin dixwest ku biçe dikanê xwe, di encama guleberdana îşxalkeran birîndar bû.

Hat hînbûn ku navê ciwanê Filistînî Alî Satî Lamî ye û ji bona ku bê tedawîkirin jî hat rakirin nexweşxaneyê. (ÎLKHA)