Hecîyên Bursayî fikr û ramanên xwe parve kirin

Namzedên Hecê yên Bursayî ku di sala 2023yan de ji ber ku diçin erdên mibarek destnîşan kirin ku ew gelek biheyecanin, îfade kirin ku ew ê li wê derê ji bo yekîtî û hevkarîya ummetê duayan bikin.

Ekleme: 04.06.2023 16:30:33 / Güncelleme: 04.06.2023 16:30:33 / Xeberen Kurdi / Bursa Haberleri
Destek için 

Ji teref Mîftîtîya Bajar yê Bursayê ve ji bo namzedên hecê yên sala 2023yan di baxçeya mîftîtîyê de bernameyek hat tertîpkirin, di bernameyê de namzedên hecê bi duayan hatin birêkirin.

Namzedên hecê yên ku bi tekbîrên teşrîkê hatin birêkirin, di dema ji hev qetînê de eqrebe û dostên namzedan kelegirî bûn.

Namzedên hecê yên ku ji bona wezîfeyên xwe yên Hecê bi cîh bînin diçin axên mibarek fikr û ramanên xwe parve kirin.

REHCAN OZHAN

“Ev hês qet nayê qalkirin, kesê ku jîyandibe zane”

Rehcan Ozhana namzeda Hecê ku îfade kir ku ev hês tu qet nayê qalkirin encax kesê ku ev hêsê jîyandibe dikare zanibe weha got, “Hemd û şikir ji Rebbê me re be. Bira Rebbê min ji me re bi sax û selametîyê çûndin û hatine bike nisîb. Aqûbet li serê wan kesên ku dixwazin biçin hecê be û Xwedê nisîbê wan jî bike. Em çiqas jî şikir bikin kêm e. Bira sedcar şikir ji Rebbê min re be ku ev çûndinê ji me re dike nisîb.”

RECEP BAŞARAN

“Rebbê min ji bona ku em wezîfeya Hecê bi cîh bînin  îmkanê ji me re çêkirîye”

Recep Başaranê ku got ew 13 sal e li hêvîya çûndina Hecêye weha axivî, “Êdî hêvîya min nemabû. Pîreka min ji çokê xwe nexweşe. Ez îsalê ji pîreka xwe re gotim em dev jê berdin. Qet nebe jî em herin umrê. Em wisakî difikirîyan. Hê 20 roj mabû ku pişkên Hecê werin kişandin. Em herdu jî di pişkê de derketin. Ez di eqlê xwe de çûndina Hecê derxistibû. Çîmkî ji bo nigê xwe ne ku solekî min gorekekî jî nedidît. Xwedê mal da me milk da me ewlad da me. Ji bona ku em wezîfeya Hecê bi cîh bînin îmkanê da me. Em gelek kêfxeş in. Xwedê bira ji hemû kesê re bike nisîb.”

DOGAN OZHAN

“Bira Rebbê min ji hemû kesê re bike nisîb”

Dogan Ozhanê ku ragihand ew 15 sal e li hêvîya çûndina Hecêye weha axivî, “Cenabê Allah gazî me kir. Hemd û şikir ji Xwedê re. Xwedê bira çûndin û hatinê jî ji me re bike nisîb. Înşaallah ji hemû kesên ku dixwazin biçin re jî bike nisîb.”

MUSTAFA YILDIZ

Mustafa Yildizê namzedekî dinê jî weha got, “Şikir ji Rebbê me re. Gotineke bav û kalên me heye ku dibêjin xwedîyê sebrê milûkê Misirê ye. Ez di sala 1993yan de carekî çûbûm. Îro jî bi tevî pîreka xwe diçim. Xwedê rehma xwe li me bike.”

Hatîce Yildiza namzedeka dinê jî weha got, “Xwedê înşaallah bike nisîbê hemû kesan. Ez bû 15 sal e ji bona ku biçim Hecê disekinim. Îsal Xwedê ji min re kir nisîb. Xwedê înşaallah ji hemû kesan re bike nisîb.” (ÎLKHA)