Li Mereşê piştî du erdhejên mezin ên di mezinahîya 7,7 û 7,6an a de di 6ê sibatê da pêk hat, avahiya li Ceddeya Ataturk a Taxa Cumhuriyetê ku zirareke mezin dîtibû, ji ber xwe va hilweşiya.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên AFAD, îtfaiye û polês hatin sewqkirin. Ekîban diyar kirin ku tu kes di bin xirbeyan de nemaye.
Ji bo rakirina enqazan xebat hatin destpêkirin. (ÎLKHA)