Li Kubayê otobûs qelibî: 4 mirî 30 birîndar

Li Kubayê di encama qelibîna otobûsekî de 4 kes canê xwe ji dest dan, herî kêm 30 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 04.06.2023 11:40:28 / Güncelleme: 04.06.2023 11:40:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat îfadekirin ku qeza li nêzê şaredarîya Batabanoya ku li bakurê Havanayê ye pêk hat.

Li gorî çapemenîya welat otobûseke rêwîyan ji ber ku şofêrê otobûsê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qelibî.

Di encama qezayê d li gorî dîyarîyên ewil 4 kes canê xwe ji dest dan herî kêm 30 kes jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê û hat hînbûn ku rewşa hinek birîndaran jî giran e. (ÎLKHA)