Serokê HAMASê Henîyye li Qahîreyê ye

Serokê Biroya Sîyasî yê HAMASê Îsmaîl Henîyye û lijneyek bi wî re li ser daweta Misirê çû Qahîreya Paytext.

Ekleme: 04.06.2023 11:25:30 / Güncelleme: 04.06.2023 11:25:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Lijneyeke ku ji Serokê Biroya Sîyasî yê HAMASê Îsmaîl Henîyye, Serokê Derveyê Welat Xalid Meşal, ji rayedaran Dr. Xelil El-Heyyah û Endazyer Rawhi Mustaha pêk tê, li ser daweta Misirê çûn Qahîreyê.

Tê plankirin ku lijne, li ser meseleyên seha û sîyasîyên cure bi cur bi rayedarên Misirê re hevdîtinê bikin. (ÎLKHA)