Ukrayna ragihand: Hatin û çûyîna keştîyan a ji bo genim dîsa rawestiya

Wezîrê Binesaziyê yê Ukraynayê Oleksandr Kubrakov diyar kir ku Rûsyayê bêyî hincet qeydkirina keştiyên ku ji benderên Ukraynayê genim bar dikirin red kir û got ku " Hatin û çûyîna keştîyan a ji bo genim dîsa rawestiya.”

Ekleme: 02.06.2023 10:20:33 / Güncelleme: 02.06.2023 10:20:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Piştî ku peymana genim a ku li Stenbolê di navbera Rûsya û Ukraynayê de hatibû îmzekirin di çend rojên borî de careke din hat dirêjkirin; lêbelê di warê birêvebirina peymanê de cih cih problem rû didin. Li gorî  Wezîrê Binesaziyê yê Ukraynayê Oleksandr Kubrakov  ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got ku Rûsyayê bêyî hincet qeydkirina keştiyên ku ji benderên Ukraynayê genim bar dikirin red kir û wiha destnîşan kir " Hatin û çûyîna keştîyan a ji bo genim dîsa rawestiya.”(ÎLKHA)