Li Sûdanê digel agirbestê pevçûn berdewam dikin

Hat ragihandin li Sûdanê digel agirbesta ku berî niha di navbera terefan de hatibû îlankirin li hinek herêman şer û pevçûnên şexsî berdewam dikin. Di bombebarana pir a li Başûra Hartûma paytextê de 17 kes jiyana xwe ji dest dan.

Ekleme: 01.06.2023 17:05:28 / Güncelleme: 01.06.2023 17:05:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sendîkaya Bijîşkên Sûdanê diyarkirin ku di bombebarana pir a li Başûra Hartûma paytextê de 17 kesên din jiyana xwe ji dest dan, 106 kes jî birîndar bûn.  
Hat ragihandin ku ji ber pevçûnan 1,5 mîlyon zêdetir kes ji malen xwe dûr ketine. (ÎLKHA)