Li Ganayê xalên têketina li madenên zêran hat girtin: 300 madenvanê qeçax tê de asê man

Li Ashantîya wilayetê Ganayê, ji ber ku derbaseyên neqanûnî yên madenê zêran hat girtin ji 300î bêhtir madenvanê qeçax li hundir asê man.

Ekleme: 01.06.2023 13:40:27 / Güncelleme: 01.06.2023 13:40:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Nezî 300 madenvanên qeçax ku ji cihên neqanûnî ketibûn Kana Madena Zêra Obuasîya ku aidî şîrketa AngloGoldê ye piştî ku derîyê derbasiyan hat girtin di hundir de asê man.

Di daxuyaniya ku ji teref Erîc Asubontengê ku Midûrê Giştî yê Şîrketa Madenê ya AngloGoldê ya hat gotin ku 79 madenvanên qeçax ku li madena ku li herêma Anwîamê ye asê mabûn derketine.

Asubonteng van îfadeyan bi kar anî:"Madenvanên qeçax ku bêdestûr ketibûn bîrên zêr, bi dilê xwe ji cihên ketinê derketin û di bin vebestîya Rêkxistina Polîsan ê Ganayê de ne."

Hat ragihandin ku tendirustîya madenvanên qeçax  ên ku ji bîra zêr derketibûn baş e. (ÎLKHA)



Etiketler: