Yener'ê Serokê YSK'yê: Em li hêvî dikin ku encamên hilbijartinê zûtir bi netîce bibin

 Ahmet Yenerê Serokê Lijneya Bilind ê Hilbijartinan li Enqere dengê xwe da û diyar kir ku karên hilbijartinê bê pirsgirêk berdewam dike.

Ekleme: 28.05.2023 16:50:39 / Güncelleme: 28.05.2023 16:50:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yener'ê ku piştî deng dayînê daxuyanî da werê got, "Ji ber ku di vê hilbijartinê de tenê namzetên serokkomarîyê tên hilbijartin em texmîn dikin ku encamên hilbijartinê zûtir bidawîbibin."

Yener got ku ji derveyî welêt eleqeyek mezin ji hilbijartinê re heye û wiha dawî li daxuyanîya xwe anî "Eger qedexeyên hilbijartinan zûtir rabe emê agahî bidin qenal û ajansan." (ÎLKHA)