Otomobîl û motorsiklêt li hev qelibîn: 1 jê pitik 3 mirî

Di encama qezaya ku li Îdirê pêk hat de 1 jê pitik tevde 3 kes jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 28.05.2023 16:45:34 / Güncelleme: 28.05.2023 16:45:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li Taxa Cumhurîyetê, lu kolana Kazim Karabekîr li hemberî Goristana Asrî de pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta ku di bin kontrola E.E. de bû û motorsiklêta ku di bin kontrola S.O. de bû li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de ajokarê motorsiklêt S.O. (28), L.E. (63) û pitikê 4 mehî E.E ku di otomobîlê de bûn jiyana xwe ji dest dan. 2 kes jî birîndar bûn. Birîndar bi ambulansan hatin rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê. Di heqe qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Etiketler: