HAMAS: Gellê me hetanî bihustek axa xwe ya paşîn jibin îşxalê xelas bike ewê berxwedana xwe bidomîne.

HAMAS di peyama ku ji bo Xalîl Qaysîyye yê ku bi destê îşxalkeran hatibû şehîd kirin de wiha got:“ Gellê me hetanî bihustek axa xwe ya paşîn jibin îşxalê xelas bike ewê berxwedana xwe bidomîne.“

Ekleme: 27.05.2023 16:05:30 / Güncelleme: 27.05.2023 16:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Cihûyên îşxalker Ala Xelîl Qaysîyye yê ji bajaroka Zahiriye ku doh li bajarê El-Xelîlê hewl da çalakîyeke bi kêr bike şehîd kirin.

HAMAS di peyama ku belav kir de destnîşan kir ku ew berxwedana Qaysîyye ya ku bi qehremanî û şehadeta wî pîroz dikin.

“Zêdebûna cinayetên rejîma îşxalker wê israra gelê Filistînê ji bo xilasbûna ji îşxalê û îradeya gelê Filistînê zêdetir bike ku di rêya berxwedanê de bi pêş ve biçin da ku hemû cih û warên xwe yên îşxalkirî û cîhên mübarek rizgar bikin.”(ÎLKHA)