Li Kocaelîyê di fabrîqeya otomobîlan de şewat

Li Îzmîta navçeya Kocaelîyê di fabrîqeya otomobîlan de şewat derket.

Ekleme: 27.05.2023 16:05:30 / Güncelleme: 27.05.2023 16:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şewat, fabrîqeya Hyundaiyê ya ku li Alîkayayê bû de şewat derket. Sedema derketina şewata ku ji trafo destpêkirîye hêj nedîyar e.

Bi xeberdayîna der û dorê gelek ekîbên îtfaîye, tendûristî û polêsan sewqî cîhê bûyerê hatin kirin.

Ji ber şewatê di fabrîqeyê de kar hat sekinandin û karker ji wir hatin derxistin. Ekîbên îtfaîyeyê ji bo tefandina agir xebat dan destpêkirin. Derheqê derketina şewatê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)