Li Behra Egeyê 106  koçber hatin xelaskirin

Hat ragihandin 106 koçberên ku li Behra Egeyê ji teref hêzên Yunanistanê ve hatibûn vegerandin hêla Tirkîyeyê û di behrê de mahsûr mabûn hatin xelaskirin.

Ekleme: 25.05.2023 16:25:29 / Güncelleme: 25.05.2023 16:25:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Fermandarîya Ewlehîya Beravê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin di encama operasyona ku hat lidarxistin de 106 koçberên ku li Behra Egeyê ji teref hêzên Yunanistanê ve hatibûn vegerandin hêla Tirkîyeyê û di behrê de mahsûr mabûn hatin xelaskirin û her wisa 71 koçber hatin girtin û qeçexvanekî koçberan jî hat tewqîfkirin.(ÎLKHA)