Koça navxeweyî ya li Somalîyê hindik maye derkeve asta  acîl

Li Somalîyê di nava 5 mehan de milyonek kes terka war û malên xwe kirin û koçî herêmên cuda kirin.

Ekleme: 25.05.2023 15:30:35 / Güncelleme: 25.05.2023 15:30:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Dîrektorê  Somalî yê Konseya Penaberan a li Somalîyê  Muhammed Abdî derbarê koça navxweyî ya ku hindik maye derkeve asta acîl de daxuyanîyek belav kir.

Abdî di daxuyanîya xwe de destnîşan kir, di nava 5 mehan de milyonek kes terka war û malên xwe kirin û koçî herêmên cuda kirin.

Abdî di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ev hejmar dibe ku di mehên pêş de zêdetir bibe û wiha li axavtina zêde kir: “ Sedemên sereke ya vê koçkirina nava welêt  hişkesalî, lehî û problema ewlehîyê ye. Ji ber van sedeman li nava welêt heta niha 3.8 milyon kes terka war û malên xwe kirin.”(ÎLKHA)