Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Yilmaz û malbata wî bertek nîşanî CHPê dan

Mehmet Huseyîn Yilmazê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê ku xanim û 2 keçên wî doktor in, ji rêvebiriya CHPê û Tifaqa Milletê ya ku partiya wan ji ber mafên jinan hedef digirin re bertek nîşan da û wiha got: "Peyvên ku endamên HUDA PARê nahêlin jinên wan bişûxilin û zarokên xwe naşînin dibistanê derew û buxtan in."

Ekleme: 24.05.2023 12:35:29 / Güncelleme: 24.05.2023 12:35:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Huseyîn Yilmaz ji îftirayên ku dibêjin ‘keç û jinên xwe nahêlin bixwînin” re bertek nîşanî da û diyar kir ku hevjîna wî di sektora kamuyê de doktortîya diranan dike û 2 keçên wî jî li fakulteya tibê dixwînin.

Doktor Meryem Yilmaza hevjîna Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz e, destnîşan kir ku derewên bêbingeh ên zîhniyeta CHP'ê yên derbarê HUDA PARê de, ne nû ne  bi bîr xist ew kes wek salên berê dibêjin: " Kesên dîndar zarokên xwe perwerde nakin. Îslam rê li ber xwendin û xebatê keçan digire." Yilmaz dûre wiha got “Derheqê HUDA PARê de gotinên ne rast tên gotin û hewl tê dayîn da ku derheqê HUDA PARê de îdraqeke qirêj bê çêkirin.“

Doktor Yilmaza ku ji mexdûrên 28ê Sibatê ye destnîşan kir HUDA PAR û kesên dîndar di salên perwerdehiyê de pêşî li wê negirtin û kesên pêşî li wê û hevalên wê digirtin kesên ku xwedî zihniyeta CHPê bûn.

"Di pêvajoya 28'ê Sibatê de her çendî jina min pirsgirêka tesettûrê hebû jî, min piştgirî da wê û ez ji xwendina wê re bûm alîkar"

Mehmet Huseyîn Yilmazê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê destnîşan kir îdiaya ku endamên HUDA PARê nahêlin jinên wan bişoxilin û zarokên xwe naşînin dibistanê ji derew û îftîrayê pêk tê.

Huseyîn Yilmaz diyar kir ku ji bo ku hevjîna wî perwerdehiya xwe biqedîne alîkarîya wê kir û wiha got: "Derbarê polîtîkayên HUDA PARê yên jinan de, mirovekî ku hem di xwendin û hem jî di fehmkirina xwendinê de kêmasiya wî tunebe dikare bernameya me bi rehetî fehm bike, lê bele ew kesên ku bernameya me bi şiklê ku ne rast pêşkeşî millet dikin di rastîyê de binhişêxwe derdixin holê. Gotinên ku endamên HUDA PARê nahêlin jinên wan bişoxilin û zarokên xwe naşînin dibistanê derew û buxtan in. Jina min di sektora kamuyê de wek pispora diranan dixebite. Dema ku ew xwendekar bû em zewicîn, ez her tim ji xwendina wê re bûm alîkar. Tevî ku di pêvajoya 28'ê Sibatê de pirsgirêkeke hîcabê hebû jî, min piştgirî da wê û piştî 10 salan min alîkarîya xwendina wê kir. Jina min niha wek pispora diranan dixebite. Buxtaneke ku wek nahêlin qîzên wan bixwînin heye. Yek ji keçên min niha doktorek stajyer e, û keça min a din jî hêvîdar im sala bê dê bibe doktorê stajyer. Yanî rewşa gelek hevalên me ev e, lê van mufterîyan dîsa jî dev ji buxtanan bernadin.”

Doktor Meryem Yilmaz, serpêhatiyên xwe yên pêvajoya 28'ê Sibatê ku berhema zîhniyeta CHP'ê ye vegot û diyar kir ku, “Dibistana ku her kes di 5 salan de diqedîne, min ji ber zînîyeta CHPê di 10 salan de qedand.“

Doktor Yilmaz di berdewama axavtina xwe de wiha got: "Derewên bêbingeh ên ku CHP û zîhniyeta wê der barê HUDA PARê de dike ne nû ye. Berê jî ev yek kiribûn. Îjar jî li ser HUDA PARê van derewan dikin. Ya rastî astengî ji kesên xwedî zihniyeta CHP’ê ne. Ez mexdûra 28ê Sibatê me. Ne HUDA PAR û kesên dîndar, zîhniyeta CHPê bû asteng. Min Fakulteya Diranan di pola 5’an de berda, di 3 mehên dawî de ez mecbur mam navber bidim perwerdehîya xwe, lewma hatim îxrackirin. Zihniyeta CHP; Hemû xwendekarên bi hîcab ji zanîngehê avêtin, perwerdehiya wan asteng kirin, dawî li karê wan anîn û gelek kes mexdûr kirin. Ez yek ji wan mexdûran im û min ew rojan jiya. Ez bi derew û kirinên CHPê dizanim, lê min dev jê berneda. Di salên 1999-2000 de ez neçar bûm ku navberê bidim perwerdehiyê , ji ber vê yekê ez ji zanîngehê hatim avêtin! Di sala 2006an de ez vegeriyam xwendina xwe û mezûn bûm. Zîhniyeta CHPê bû sebeba 10 salê min ku belav sebe here. Jiyana min a perwerdehiyê ewqas dirêj bû ku her kesî di 5 salan de doktoriya diranan qedand, min di 10 salan de qedand."

"Dema ku min serlêdana pisporiyê kir, dîsa astengî hatin pêşiya min"

Doktor Yilmaz, diyar kir ku ji bo ew perwerdehiya xwe bidomîne her tim ji hevjîna xwe piştgirî sitandîye û wiha got: "Ez di pola 3yemîn a zanîngehê de zewicîm. Zilamê min ji bo temamkirina xwendina min gelek piştgirî da min. Xwedê jê hezar carî razî be. Piştî qedandina zanîngehê, ez nêzî 10 salan wek doktorê diranan xebitîm. Dema zarokên min çûn zanîngehê min jî got ez çima ji bo pisporîyê neşoxilim. Ez her tim hatim astengkirin. Hevalên min li zanîngehan bûne profesor, doçent û mamoste. Min biryar da ku ezê liser pisporîyê bixebitim. Elhemdulîllah min qezenc kir, ez çûm û min pisporiya xwe temam kir. Ne bes e, ez niha pisporiya duyemîn dikim. Hevjîna min di vê pêvajoyê de her tim piştgirî da min. Min pisporiya xwe ya yekem li bajarekî din kir. Zarokên min û hevjîna min li bajarekî cuda bûn û ez jî li bajarekî din bûm, ev pêvajo qet ne hêsan bû."

"Her du keçên min li zanîngehê dixwînin, ez hêvî dikim ku di demek nêzîk de ewê beşdarî civata tenduristiyê bibin"

Pispor Doktor Yilmaz balan kişand l iser wan derewên ku “HUDA PAR nahêle pîrek bişoxilin û nahêle qîz bixwînin“ got ku: “Mînaka li hemberî van derwan a herî mezin zilamê min e. Dixwazim derewên ku li ser nahêlin qîz bên xwendin jî bînim ziman. 2 keç û 2 kurên min hene. Her du keçên min li zanîngehê dixwînin. Yek ji keçên min doktorê stajyer e û keça min a din jî hêvîdar im sala bê dê bibe doktorê stajyer. Ez hêvî dikim ku her du jî beşdarî civaka tenduristiyê bibin. Bi izna Xwedê ew ê xizmeta gelê me bikin.“

"Her tim zihniyeta CHP'ê bû sedema zehmetî û astengiyan"

Yilmaz, diyar kir ku ji ber zilma ku di pêvajoya 28'ê Sibatê de li wan hatiye kirin, ew û xwişkên xwe neçar mane û navber dane perwerdehiyê û got, ji ber vê mexdûriyetê bavê wê yê rehmetî mezûniyeta keçên xwe nedîtîye.

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de wiha got: "Em şahidên zindî yên vê derewê ne ku ‘kesên dîndar zarokan naşînin dibistanê.’ Bavê min, min û xuşkên min da xwendin. Dema ku min dest bi dibistana navîn kir hema tu kesî keçan nedişand dibistanê. Malbata min malbateke dîndar e. Piştî ku me dest bi xwendin û perwerdehiyê kir, li taxa me û derdorê hemû kes dest bi şandina keçên xwe kirin dibistanê. Min doktoriya diranan û xwişka min li Fakulteya Perwerdehiyê mamostetiya rêberiyê dixwend. Yên ku ji mer bûn asteng; Ne dînê Îslamê ne misilman û kesên dîndar bûn, zihniyeta CHP'ê bû . Di pêvajoya 28'ê Sibatê de perwerdehiya me asteng kirin û zehmetiyên herî mezin dan me. Min û xwişkên xwe  me navberek mecbûrî dan perwerdehiya xwe. Bavê min ê rehmetî mezûnîyeta me nedît. Ew ji bo xwendina me û ji bo pêşeroja me pir xebitî. Bi hatina hikumeta AK Partiyê re û rêziknameya der barê hîcabê de em vegeriyan zanîngehê. Em mezûn bûn, xwişkên min jî niha dixebitin. Yek hemşîre û yê din jî mamoste ye û ez karê xwe yê Doktortîya diranan didomînim. Di vê mijarê de her tim hewl didin li kesên dîndar bixin, di vê mijarê de jî her tim êrîşî kesên dîndar dikin. Min tu carî li malbata xwe, li malbata hevjîna xwe û li hawîrdora ku ez tê de dijîm zilm û astengiyek wiha nedîtiye. Elhemdûlîllah min her tim piştgirî dît. Di rastiyê de ên ku zehmetî û astengî derdixist zîhniyeta CHP’ê bû.“ (ÎLKHA)