Li Wanê dest hat danîn li ser 20 ton masîyên ku bi şiklekî qaçax hatibûn girtin

Di operasyonên ku li Wanê hatin kirin de dest hat danîn li ser 20 ton Masîyên Behra Wanê û materyalên zeftkirina masîyan.

Ekleme: 22.05.2023 12:05:30 / Güncelleme: 22.05.2023 12:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Kontrolên Midûriyeta Şaxa Çandinî û Daristanan a Parêzgehê, Midûriyeta Şaxa Masîvanî û Masîgiriyê, ekîbên cendirme, Ewlehiya Beravê û Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Navçeyê ji bo parastina masîyan ku nêçîra wan di navbera 15ê Nîsanê û 15ê Tirmehê da ku koç dike ber bi avên şêrîn ji bo zede bûnê, dewam dikin.

Di kontrolên ku di navbera 15ê Nîsanê û 15ê Gulanê de hatin kirin de dest hat danîn li ser 20 ton masîyên ku bi şikleke qaçax hatibûn zeftkirin û ji 15 kesên ku bi qaçaxî masîya girtibûn re 167 hezar lîre ceza hat dayîn.(ÎLKHA)



Etiketler: