Bûyer li Marsîlyayê li ber klûbeke şevê qewimî. Li gorî medyaya welêt, şofêrekî nenas bi tivinga kalaşnîkovê gule li otomobîleke parkkirî ku 5 kes tê de bûn, reşand.
Di êrîşê de 3 kesên di wesayîtê de bûn jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku wesayîta êrîşkarê ku ji cihê bûyerê reviyaye şewitî hat dîtin.
Lêgerîna girtina êrîşkar dewam dike. (ÎLKHA)