Yapicioglu: Ger Pînokyo mîna Ozgur Ozel xeber bida ew ê pozê wî ji vê derê heta Enqereyê dirêj bûba

Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê ji îftîraya Ozgur Ozel a “Wekîlên HUDA PARî  problema wan bi sondxwarinê re heye” re berteke tund nîşan da û destnîşan kir “Ji ber ku ez vê teşbîhê dikim ji Pînokyoyê lêborîna xwe dixwazim. Pînokyo mîna Ozgur Ozel xeber bida ew ê pozê wî ji vê derê heta Enqereyê dirêj bûba.”

Ekleme: 19.05.2023 16:15:06 / Güncelleme: 19.05.2023 16:15:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Parlementerê Stenbolê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Bagcilara Stenbolê bi hemşehrîyên xwe yên Êlihî re hat ba hev û ji bo Serokomar Erdogan destekê xwest.

Yapicioglu piştî destekxwestinê û nirxandina derheqê meseleyên rojevê de derheqê îftîraya ku Berdevkê CHPê Ozgur Ozel ku derheqê HUDA PARê de gotibû nirxand. Ozel îddîa kiribû ku HUDA PAR û wekîlên wî bi sondxwarina li meclîsê re ne li hev in û problema wan pê heye.

Parlementerê Stenbolê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu berteke tund nîşanî vê îftîraya Ozgur Ozel da.

“Ger Pînokyo mîna Ozgur Ozel xeber bida ew ê pozê wî ji vê derê heta Enqereyê dirêj bûba”

Yapicioglu derheqê derew û îftîrayên CHPê de wiha got: “Berdevkê CHPê gotinên pûç û betal tîne zimên. Dibêje; ‘Ger tiştek çênebe çawa ku hilbijartin xelas dibin encamên tekez di Rojnameya Fermî de tên weşandin û hema piştî wê 3 rojan meclîs ji ber xwe ve dicive û di rûniştina ewil de parlementer sondê dixwin. Lê a niha qeyran û krîzek derketiye. 4 wekîlên HUDA PARê  bi vê sondxwarinê re ne li hev in û ji bo wan problem e. Ji ber vê yekê naxwazin kes vê meseleyê bihese û nikarin qanûnê jî biguherînin. Radibin zextan li Lijneya Bilind a Hilbijartinan.’ Li gor wan kî vê zextê dike? AK Partî û Birêz Serokomar. Dîsa radibin dibêjin, emanet ha encaman aşkere nekin, ger hûn aşkere bikin ew ê Meclîs mecbûrî kom bibe û ew ê ev zilam sondê nexwûn. Çi bûye? Em zextan li AK Partîyê dikin da ku ev metin bê guhartin. Heke na ji bo ev mesele derneyê holê ew ê taloqê bidin civîna meclîsê.  Ji ber vê yekê jî encaman di Rojnameya Fermî de nadin weşandin. Ji ber ku ez vê teşbîhê dikim ji Pînokyoyê lêborîna xwe dixwazim. Pînokyo mîna Ozgur Ozel xeber bida ew ê pozê wî ji vê derê heta Enqereyê dirêj bûba. Her roj dereweke nû û her roj tezwîratekî nû. Lê qet aciz nabin. Ew ê heta ku radibin û rûdinin  li ser pîyan sed derewî dikin.” (ÎLKHA)