Li nêzî Îzmîrê 91 koçber hatin xelaskirin

Hat ragihandin 91 koçberên ku li Behra Egeyê ji teref hêzên Yunanistanê ve hatibûn vegerandin hêla Tirkîyeyê û di behrê de mahsûr mabûn hatin xelaskirin.

Ekleme: 19.05.2023 13:40:33 / Güncelleme: 19.05.2023 13:40:33 / Xeberen Kurdi / İzmir Haberleri
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Fermandarîya Ewlehîya Beravê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin di encama operasyona ku hat lidarxistin de 91 koçberên ku li Behra Egeyê ji teref hêzên Yunanistanê ve hatibûn vegerandin hêla Tirkîyeyê û di behrê de mahsûr mabûn hatin xelaskirin û her wisa 27 koçber hatin û 3 qeçexvanên koçberan hatin girtin.(ÎLKHA)