Êlihî: Serkan Ramanli dê bibe dengê me

Êlihîyên ku derheqê hilbijartina Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli ya wek parlementer de hest û ramanên xwe anî zimên, destnîşan kirin, Ramanli wê di Meclîsê de bibe dengê gel.

Ekleme: 18.05.2023 16:35:36 / Güncelleme: 18.05.2023 16:35:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

HUDA PARa ku di hilbijartinên Serokomartîyê de destek da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Stenbol, Entab, Mêrsîn û Êlihê ji lîsteyên AK Partîyê têket hilbijartinan.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Stenbolê, Farûq Dînçê Endamê Lijneya Giştî li Mêrsînê, Şehzade Demîrê Sekreterê Giştî yê HUDA PARê li Entabê û Serkan Ramanliyê Berdevkê HUDA PARê jî li Êlihê wek parlementer hatin hilbijartin.

Welatîyên Êlihî yên ku derheqê hilbijartina Ramanli de hest û raman û her wisa kêf û şahîyên xwe anîn zimên destnîşan kir, ew ê Êlih êdî bêxwedî nemîne.

Welatîyên Êlihî derbarê mijarê de wisa axivî:

Nasreddîn Kaplan: Wekîlên din bi problemên Êlihê eleqedar nebûn.  Lê bi ya min gelek baş çêbû ku Serkan Ramanli wek parlementer hat hilbijartin.  Bi izna Xwedê êdî ew ê dengê me li Meclîsê bê guhdarkirin. Ew ê Ramanli bibe dengê Êlihîyan.

Alî Kaya: Em pir kêfxweş û şad in ku Ramanli wek parlementer hat hilbijartin.  A niha wekîlek tune ye ku li Êlihê xwedî derkeve. Bi izna Xwedê ew ê Ferhat Nasiroglu û Serkan Ramanli li Êlihê xwedî derkevin.

Muhammed Şîrîn Seyîdoglu: Ew ê Serkan Ramanli bibe dengê me. Ew parlementerên din heta niha ji bo Êlihê tiştekî nekirin. Bes di wextê hilbijartinan de hatin xwe nîşanî me dan û çûn. Bi izna Xwedê ew ê Ramanli ji Êlihê re xizmetê bike.

Welatîyên bi navê Muhammed Alî Yilmaz, Weysî Karakuş, Îlham Çetîner û Omer Dayan jî derbarê mijarê de hest û ramanên xwe anîn zimên û gotin, ew kêfxweş in Ramanli wek parlementer hatiye hilbijartin.(ÎLKHA)