HUDA PAR: Xeberên derheqê encamên hilbijartinê yên li Mêrsîn û Êlihê de ji bo manîpulasyonê ne

Mahmut Şahînê Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê diyar kir ku di platformên medyaya civakî de li gotinên ku derheqê encamên hilbijartinê yên li Mêrsîn û Êlihê de ne rast in.

Ekleme: 17.05.2023 11:40:35 / Güncelleme: 17.05.2023 11:40:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Serokê Karên Hilbijartinê Mahmut Şahîn bal kişand li ser nûçeyên bêbingeh ên ku li ser medyaya civakî derheqê wekîlên Mêrsîn û Êlihê yên HUDA PARê de tên belavkirin û destnîşan kir ev tev ji bo manîpulasyonê ne.

Şahîn li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wisa got:

“Nûçeyên derbarê encamên hilbijartinê yên Mêrsîn û Êlihê de bi tevahî ne rast in û ji bo manîpulasyonê ne.

Li Êlihê îtîraz hatin nirxandin û bi netîce bûn û encam nehat guhartin. Li Mêrsînê namzedê me bi ferqeke mezin wek 11 hezar û 413 bi ser ket. Bila her kes li karê xwe mêze bike. (ÎLKHA)