Yapicioglu: Bi izna Xwedê di gera duyemîn de em ê Birêz Serokomar cardin bikin Serok

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu derheqê encamên hilbijartinên ku hatin kirin de nirxandinan kir.

Ekleme: 16.05.2023 14:05:31 / Güncelleme: 16.05.2023 14:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapicioglu di nirxandina ku kir de destnîşan kir “Hemd ji Xweda re ku kir nesîbê me em di vê rêyê de poşman nebin. Di pêvajoya hilbijartinê de bûyer û tiştekî menfî çênebû û ekserîyetê welatîyan çûn li ser sindoqan û dengên xwe dan.  Hemd ji Xwedê re hevalên me wek parlementer hatin hilbijartin. Ez ji Rebbê xwe daxwaz û hêvî dikim ev hilbijartin bibin wesîleya xêr û bereketan. Bi izna Xwedê di gera duyemîn de em ê Birêz Serokomar cardin bikin Serok. Em ê bi gavên bi hêz ber bi hedefa ‘Tirkîyeya Xweser a Kamil’ bimeşin.  Ez ji wan welatîyên ku destekê dan min re teşekkur dikim.  Her wisa ji temamê endamên me yên teşkîlatên me re jî teşekkur dikim. Xweda ji temaman razî be.”(ÎLKHA)