Erdoganê ku doh êvarî ji Stenbolê çû Enqereyê li navenda giştî daxuyanîyek da û destnîşan kir “Tifaqa Komareyê di hilbijartinên endamtîya TBMMê de piranîyê bi dest xist. Li gorî encamên ne fermî em bi ferqeke aşkere li pêş in.Me 2 milyon û 600 hezar ferq avêt reqîbê xwe yê herî nêz. Em hêj nizanin ka hilbijartina serokomarîyê di gera ewil xelas bûye yan na. Lê ez bawer dikim ew ê di gera ewil de tekez bibe.” (ÎLKHA)