Dînçê Namzedê Parlementerîyê yê Mêrsînê dengê xwe da

Faruq Dînçê HUDA PARî yê ku li Mêrsînê ji lîsteya AK Partîyê bû namzedê parlementerîyê çû li ser sindoqan û dengê xwe da.

Ekleme: 14.05.2023 17:05:29 / Güncelleme: 14.05.2023 17:05:29 / Xeberen Kurdi / Mersin Haberleri
Destek için 

Dînç li Mêrsînê li Mekteba Navîn a Îmam Xatîb a Mehmet Dagli dengê xwe da û piştî dengdayînê daxuyanîyek da.

Dînç di daxuyanîya xwe de destnîşan kir, hilbijartin heta niha di nav aramî û aştîyê derbas bûye û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Rebbê min, berîya her tiştî vê hilbijartinê bike wesîleya xêr û bereketê. Me wezîfeya xwe ya welatîbûnê bi cî anî û dengê xwe da.  Me li çend taxan serdana mekteban kir. Hemd ji Xwedê re problemek tune ye.”(ÎLKHA)