Emîr Abdullahîyan û Henîyye meseleya Filistînê axivîn

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Emîr Abdullahîyan û Serokê Buroya Sîyasî yê Hereketa Berxwedana Îslamî  Îsmaîl Henîyye li ser telefonê hevdîtin kirin.

Ekleme: 13.05.2023 11:40:31 / Güncelleme: 13.05.2023 11:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di hevdîtina ku hat kirin de geşedanên dawî yên li Filistînê û her wisa ew êrîşên rejîma îşxalker ên ku bi ser Xeta Xezzeyê tên kirin hatin gotûbêjkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Emîr Abdullahîyan di hevdîtinê de destnîşan kir ew ji ber qetilkirina gelê Filistînê rejîma îşxalker şermezar dikin.

Serokê Buroya Sîyasî yê Hereketa Berxwedana Îslamî  Îsmaîl Henîyye jî di hevdîtinê de ji ber destekên ku ji wan re tê dayîn ji Wezîrê Karên Derve yê Îranê Emîr Abdullahîyan re teşekkur kir.(ÎLKHA)