Êrîşên dagirkeran li Stenbolê hat protesto kirin

Êrîşên îsraîlê dagirker yên li ser Xezzeyê ku di encamê êrîşan de tevî zarok û pîrek 21 kes jiyana xwe ji dest da bûn wek tevahîya Tirkîyeyê li Stenbolê jî hat protestokirin.

Ekleme: 11.05.2023 16:20:37 / Güncelleme: 11.05.2023 16:20:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Êrîşên dagirkeran yên li ser Xezzeyê di van rojên dawî de zêdetir bûn. Bi dehan Filistînîyên ku di nava wan de pîrek, zarok û îxtîyar jî hebûn şehîd bûn, bi dehan jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya çapemenîyê ya ku ji teref ÎHHyê Ciwan, Komeleya Mavî Marmara û Navenda Hişa Dîjîtal ve li serekkonsolosîyê dagirkeran ya li Stenbolê hat gotin ku gerek li dijî êrîşan yekbûnek çêbibe û gerek sazîyên navneteweyî tevger bikin.
"Gerek Misilman bibin yek"
Serokê Komeleya Mavî Marmara Beheştî Îsmaîl Songur beriya daxuyaniya çapemeniyê axivî û diyar kir ku li Filistînê jin û zarok bûne hedefa guleyan û şehîd bûne.
Songur got ku, " îsraîl ji dubendî û dabeşbûyîna navxweyî yên misilmanan sûd werdigire."
Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku ji teref Serokê Giştî yê ÎHHyê yê ciwan Muhammed Cîhat Çelîk ve hat dayîn de hat gotin ku, îsraîlê dagirker di van rojên dawî de bi fuzeyan êrîşî Xezzeyê kir û bi bîr xist ku di encama van êrîşan de jin û zarok jî di nav de 21 kes şehîd bûne.
"Em li benda roja ku em ê bimeşin Qudsê ne"
Çelîk destnîşan kir ku saziyên Neteweyên Yekbûyî yên li Xezzeyê xebatên xwe yên alîkariya însanî dewam nakin. Çelîk wisa gotinên xwe domand, "Tu kes tunebe jî em ê li cem xûşk û birayên xwe yên Xezze û Filistînî bin. Em li benda roja ku em ê bimeşin Qudsê ne. Heya ku em li kêleka Xezze û Filistînê bin, îsraîl wê negihîje armancên xwe. Îsraîl wê bê guman hesaba tiştên ku kiriye bide." (ÎLKHA)