HAMAS: Îşxalker ew ê bedela wan êrîşan û sûcên ku kiriye bide

Piştî êrîşa ku doh êvarî ji teref siyonistên îşxalker ve li Xazzeyê hat kirin û têde 12 kes şehîd bûn  ji teref HAMASê peyama tolhildanê hat belavkirin.

Ekleme: 09.05.2023 13:55:29 / Güncelleme: 09.05.2023 13:55:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Doh êvarî siyonistên îşxalker bi balafirên şer êrîş birin li ser Xazzeyê. Di encama êrîşê de 12 kes şehîd bûn û 20 kes jî birîndar bûn.

Derbarê vê êrîşa hovane ya ku hat kirin de ji teref HAMASê ve daxuyanîyek hat belavkirin. HAMAS di daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ew ê berxwedana xwe ya li dijî îşxalkeran bidomînin û ew ê heyfa şehîdan, êrîş û sûcên ku ji teref îşxalkeran ve tên kirin dê bê standin.(ÎLKHA)