Li Perûyê di madena zêr de şewat: 27 mirî

Li Arequipa ya Perûyê  di madeneke zêr de şewat derket, di encama bûyerê de 27 kes mirin.

Ekleme: 08.05.2023 11:05:31 / Güncelleme: 08.05.2023 11:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin li başûrê Arequipa ya Perûyê di madeneke zêr de şewat derket.

Di şewata ku di madenê derket  27 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Qezaya madenê ya li Perûyê ku hilberînerê herî mezin ê zêr ê cîhanê ye û duyemîn hilberînerê herî mezin ê sifirê ye, ji sala 2000-an vir ve wekî qezaya herî kujer a li welêt hat tomarkirin. (ÎLKHA)