Yapicioglu: Temamê aktorên kurewî dibêjin ‘Bila ev zilam biçe”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapiciogluyê ku dê li Stenbolê  beşdarî mîtîngê bibe serdanên xwe yên welatîyan  didomîne.

Ekleme: 07.05.2023 15:35:32 / Güncelleme: 07.05.2023 15:35:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapicioglu di vê bergehê de çû serdana Lokala Weqfa  Erzurumê. Yapicioglu û heyeta pêre ji teref lijneyeke qelebalix a weqfê ve hat pêşîwazîkirin.

Rayedarên weqfê ji ber ziyareta ku hat kirin kêfxweşîyên xwe anîn zimên. Di ziyaretê de Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu derheqê  hilbijartinan de û derheqê tiştê ku bê anîn serê welêt de nirxandinek kir û got: “ Divê em li hember wan lîstikên ku di qada kûrewî de li hember Tirkîyeyê tê lîstin haydar bin. Lewra temamê kesên  ku dinyayê wek çewliga xwe dibînin dixwazin û dibêjin bila ev zilam here. Ango daxwaz û derdê wan çûyîna Erdogan e.”(ÎLKHA)