Li Amerîkayê êrîşa bi çek: 9 mirî û 7 birîndar

Di êrîşa çekdarî ya ku li Dallasa Teksasê pêk hat de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 07.05.2023 13:35:30 / Güncelleme: 07.05.2023 13:35:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li bajarê Dallas ê eyaleta Teksasê ya Amerîkayê li navendeke bazirganiyê êrîşeke çekdarî pêk hat.

Di êrîşê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn ku rewşa  3 birîndaran  giran e.

Polêsan agahî parve kir ku êrîşkarê ku hema ji berê ve gule li kesên li navendê barand, hat kuştin.

Sedema êrîşê û nasnameya êrîşkar hêj nehat eşkerekirin. (ÎLKHA)