Hamas: Gelê me dê parastina Mescîda Eqsayê bidomîne

Muhammed Hammadeyê  Berdevkê Hereketa Berxwedana Îslamî (Hamas) bo Qudsê diyar kir gelê Filistînê wê bi israr Mescîda Eqsayê û cihên pîroz ên misilmanan biparêze.

Ekleme: 07.05.2023 12:09:43 / Güncelleme: 07.05.2023 12:09:43 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hammade di daxuyanîya ku da de destnîşan kir digel hemû astengîyan jî hejmara kesên ku li Mescida Eqsayê nimêja înê dikin nîşan dide ku gelê Filistînê dilsozê pîrozî û nasnameya Îslamî ya Mescîda Eqsayê ye.

Hammade bal kişand ku dagirkeran bi qestî rûmeta Mescîda Eqsayê kirine hedef û destnîşan kir ku berxwedana Filistînê wê rê nede dagirker ku êrîşî Mescida Eqsayê û Qudsê bikin.(ÎLKHA)