Li herêma OHALê de biryara kirêkirinê

Li bajarên ku Rewşa Awarte (OHAL) lê hatibû îlankirin, heqê kirêya hin xeyrî menqûlan 3 meh hat betalkirin.

Ekleme: 06.05.2023 14:09:48 / Güncelleme: 06.05.2023 14:09:48 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor qerarnameya ku bi îmzeya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî da hat weşandin, li parêzgehên ku Rewşa Awarte lê hatibû îlankirin, heqê kirêya hin xeyrî menqûlan ku girêdayî Midûriyeta Giştî ya Weqfane 3 meh hat betalkirin.

Li gorî vê yekê, dayîna kirêyên ku di mehên sibat, adar û nîsana îsal de hatine kirin, li gorî bidawîhatin an jî berdewamiya peymana kirêkirinê, wê bi paşde were vegerandin an jî kêmkirin.

Ger kirêgirên wan xeyrî menqûlan di nava mehekê de daxwaza betalkirina girêbestên xwe bikin, wê peymanên wan bên betalkirin. (ÎLKHA)