Li Komara Demokratîk a Kongoyê pevçûn: 39 mirî

Li parêzgeha Îturî ya li rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê (KDC) di navbera du koman de şer û pevçûn derket.

Ekleme: 06.05.2023 10:40:04 / Güncelleme: 06.05.2023 10:40:04 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin endamên koma "Hevpeymaniya Pêşxistina Kongo" (CODECO) êrîşî gundê Afoyorwot ê parêzgeha Îturiyê kirin.

Di navbera her du koman de pevçûn derket ku bi saetan dom kir. Di encama şer û pevçnûnan de endamên koma din a li herêmê "Zaire" gule li endamên CODECO reşandin.

Di pevçûnan de 25 endamên CODECO, 11 endamên Zaîre û 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Hate diyarkirin ku ji sala 2014’an û vir ve bi hezaran sivîl di êrîşên CODECO’yê yên ku li rojhilatê welat çalakî pêk anîn de jiyana xwe ji dest dane. (ÎLKHA)