Li Ugandayê hezaz çêbû: 18 mirî

Li Ûgandayê ji ber barana zêde 18 kes di bin axa ku şimitî de man jiyana xwe ji dest dan.

Ekleme: 05.05.2023 10:20:27 / Güncelleme: 05.05.2023 10:20:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat hildan, li herêmên Murora, Kaşyambya, Rukiga û Rubanda yên welêt ji ber barana zêde hezaz çêbû.

Ji ber hezazê 18 kesan jiyana xwe ji dest dan, nêzî 80 xanî hilweşiyan û zeviyên çandiniyê jî zirar dîtin.

Xebatên lêgerîn û xilaskirina kesên di felaketê de winda bûne berdewam dikin. (ÎLKHA)



Etiketler: