Li Kenyayê xwepêşandanên li dijî hikûmetê ji nû ve dest pê kirin

Li Kenyayê, koalîsyona muxalif piştî hefteyekê dîsa dest bi xwenîşandanan kir.

Ekleme: 03.05.2023 11:05:28 / Güncelleme: 03.05.2023 11:05:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Komên cuda yên ku kolanên paytext Naîrobî dagirtin, bi keviran bersiv dan mudaxeleya polîsan a bi gaza îsotê.

Di çalakiyan de hin wesayît hatin şewitandin, li hin cihan jî bûyerên talankirinê pêk hatin.

Xwepêşandêrên ku kolan ji trafîkê re girtin, dixwazin ku buhabûna erzaq, sotemenî û xurekê bê sekinandin.

Hewldana muzakereyê ya di navbera koalîsyona Azimio ya muxalefetê û hikûmetê de ku ev nêzî mehek e li kolanan derneketiye bi ser neket.

Hikûmetê daxuyand ku ew ê mudaxeleyî xwepêşandanên bê destûr bikin û bang li muxalefetê kir ku xwepêşandanan rawestînin .(ÎLKHA)

 



Etiketler: