Li Erzînganê berf bi bandor bû

Li deverên bilind ên Erzinganê barîna berfê di meha Gulanê de bi bandor bû û derdor spî kir.

Ekleme: 02.05.2023 09:50:29 / Güncelleme: 02.05.2023 09:50:29 / Xeberen Kurdi / Erzincan Haberleri
Destek için 

Bi berfa ku di meha gulanê de barî deverên bilind ên Erzinganê dîsa spî bûn.

Barana ku tevahiya şevê bi bandor bû, piştre cihê xwe ji barîna berfê re hişt.

Ji dîmenên ku hatin qeydkirin tê dîtin ku berfê lûtkeyên Çiyayên Keşîş û Mûnzûrê bi temamî girt.

Berfê li ser Rêbeja Erzîngan-Sêwasê ku bilindahiya wê 2190 metre ye jî li Derbenda Kizildagê bandora xwe nîşan da.

Li gor nirxandina dawî ya ekîbên Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li seranserê herêmê hewa wê pir ewrayî be, ji saetên sibê pê va baran bibare.(ÎLKHA)



Etiketler: