HUDA PAR: Ew çeteyên ku we ew “ji bo qelandina koka me” şandibû li Mêrsînê êrîşî standa me kirin

Wekîlê Serokê Giştî û Serokê Karên Hiqûq û Mafên Însanî yê HUDA PARê Îshaq Saglam derheqê êrîşa ku li Mêrsînê li partîya wan hat kirin de li ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Ekleme: 01.05.2023 17:05:29 / Güncelleme: 01.05.2023 17:05:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Saglam di daxuyanîya ku belav kir de êrîşa ku hat kirin şermezar kir û wiha got:

“Ew çeteyên ku we ʾji bo qelandina koka meʾ şandibû li Mêrsînê êrîşî standa me kirin.  Vê yekê qet ji eqlê xwe dernexin; sebra  me pir zêde heye. Lêbelê em ne di xewa xefletê de ne û haya me ji tiştê ku tê xwestin bê kirin heye.  Em baş dizanin hûn talîmata wan êrîşên bi ser #HÜDAPARʾê de ji kû û ji kî distînin. 

@kilicdarogluk

@umitozdag

@hdpdemirtas

@mansuryavas06

Em bendewar in ew kesên ku hatine kirêkirin berî kêlîkê(@suleymansoylu) bên girtin. "(ÎLKHA)