Li Mêrsînê êrîşa çekdarî li HUDA PARê hat kirin

Hat ragihandin li Akdenîza navçeya Mêrsînê êrîşa çekdarî li standa hilbijartinê ya HUDA PARê hat kirin.

Ekleme: 01.05.2023 16:35:33 / Güncelleme: 01.05.2023 16:35:33 / Xeberen Kurdi / Mersin Haberleri
Destek için 

Kesên nasnameyên wan nediyar bi çekan êrîş birin li ser standa Şaxên Ciwanan a Bajar a HUDA PARê ya ku ji  bo Faruq Dînê Namzedê Parlementerîyê yê Mêrsînê yê AK Partîyê. 

Hat hînbûn di encama êrîşa çekdarî de endamên Şaxên Ciwanan a Bajara Mêrsînê yên HUDA PARê yên bi navê B.K, Y.O. û Ş.E. birîndar bûn.

Tê diyarkirin kesên êrîşkar bi berxwedana ku hat nîşandan ji cihê bûyerê revîyan û li sikakên li nêzî cihê bûyerê kemîn danîn.

Li taxa ku lê êrîş hat lidarxistin rageşî berdewam dike.(ÎLKHA)