Gaza sirûştî ya bêheq di Rojnameya Fermî de hat weşandin

Di navbera 24ê nîsanê û 31ê gulanê da hemû xerckirina gaza sirûştî ji bo îqamet, îbadetxane û cemevîyan dê bêpere be.

Ekleme: 01.05.2023 10:50:28 / Güncelleme: 01.05.2023 10:50:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Daxistina di warê xaza siruştî de ya ku ji teref Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve  hatibû îlnakirin, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Li gor qerarnameya ku bi îmzeya Serokomar Erdogan hat weşandin, ji 24ê Nîsana 2023yê heta 31ê Gulana 2023yê ji fatûreya ewil a ku ji aboneyên îqamet, îbadetxane û cemevîyan xaza sirûştî tê xerckirin  neyê standin. Dîsa li gorî qerarnameyê ji 24ê Nîsana 2023an heta 1ê Gulana 2024an 25 metrekup gaza sirûştî di metbexê û ava germ de tê bikaranîn jî dê bêheq be.(ÎLKHA)