Agirbesta li Sûdanê ji bo 72 saetên din hat dirêjkirin

Hat ragihandin Artêşa Sûdanê ji bo 72 saetên din dirêjkirina agirbestê qebûl kir.

Ekleme: 01.05.2023 10:25:28 / Güncelleme: 01.05.2023 10:25:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Sûdanê ji 15ê Nîsanê û vir ve şer û pevçûn pêk tên.

Di encama pevçûnan de zêdeyî 600 kesan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 4 hezar kes jî birîndar bûn.

Demek kin beriya bidawîbûna wextê 72 saetan, welat ketin dewrê û li pey hev civîn li dar xistin.

Hat diyarkirin ku artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez li hev kirin û li ser dirêjkirina agirbestê 72 saetên din li hev kirin. (ÎLKHA)