Li Meksîkayê otobus qeza kir: 18 mirî, 33 birîndar

Li Nayarita eyaleta Meksîkayê di qezaya ku pêk hat de otobusa rêwiyan gindirî şarampolê. Di encama qezayê de  18 kes mirin û 33 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 01.05.2023 10:20:28 / Güncelleme: 01.05.2023 10:20:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li bajarê Compustela yê eyaleta Nayarit a Meksîkayê otobusa rêwiyan a ku tûrîst tê de bûn, gindirî şarampolê.

Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Ewlekariya Welatiyan a Eyaleta Nayarit ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di qezayê de 18 kes mirin û 33 kes jî birîndar bûn.

Waliyê Nayarit Miguel Angel Navarro ragihand ku derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li gor tespîtên ewil, hat qeydkirin ku qeza ji ber sedemeke teknîkî pêk hatiye. (ÎLKHA)