Bereke: Yasayîkirina niştecihên neqanûnî êrîşa li ser axa me ye

Alî Berekeyê yek ji rêvebirên HAMASê ku li ser qanûnîkirina 70 deverên niştecihbûnê yên li herêma Şerîeya Rojava ya sîyonîstên îşxalker daxuyanî da û diyar kir ku ev rewş êrîşek li dijî axa wan e.

Ekleme: 30.04.2023 14:30:33 / Güncelleme: 30.04.2023 14:30:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rejîma dagirker a siyonîst bi çêkirina îqametên dagîrkirî li ser berfirehkirina dagîrkirina axa Filistîniyan berdewam dike.

HAMASê destnîşan kir, rejîma dagirker a siyonîst qanûnîkirina 70 wargehên neqanûnî li Şerîeya Rojava dewama êrişa cihûyan a li ser axa Filistînê ye.

Yek ji rêvebirên HAMASê Alî Bereke diyar  “Lê zêdekirina wargehên neqanûnî li 9 wargehên cihûyan ên ku di meha sibatê da hatin qanûnîkirin, îlana şer a eşkere ya li ser axa Filistînê ye û armanca wan desteserkirina çavkaniyên xwezayî û binesaziya Filistînê ye. Vê birayarê li dijî biryarên Neteweyên Yekbûyî ye. Bersiva herî baş a li hemberî vê pêngava rejîma dagirker mezinkirina berxwedana çekdarî ya li dijî hêzên dagirkeran bi yekîtîyê ye.“(ÎLKHA)