Ji Wezîrê Karên Hundir derheqê HUDA PARê de daxuyanî

Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hundir derheqê îddîayên ku pêwendîya HUDA PARê bi Hîzbullah re heye de daxuyanîyek belav kir.

Ekleme: 30.04.2023 11:55:23 / Güncelleme: 30.04.2023 11:55:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Soylu di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir îddîayên ku tên gotin ne rast in û wiha got:” Di heyama wezîfeya min de me ne HUDA PAR û ne jî Hîzbullah di vî warî de gaveke ku hat avêtin me nedît. Min nedît ku pêwendîya HUDA PARê bi Hîzbullah re heye.  Heke ez pêwendîyekê tespît bikim ji xwe ez ê tiştê lazim bikim. Gelo we çalakîyeke terorî ya vê partîyê dîtiye gelo?  Ji bo Xwedê dev ji van nîqaşên wisa berdin. Ev tişt ji  teref hinek kesan ve tên gotin da ku PKKê meşrî nîşan bidin.”(ÎLKHA)